Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 24ê HEZÎRANÊ 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li Heftanînê cenga heftanînê dewam dike, 2 kobra hatin darbekirin, herî kêm 6 leşkerên din hatin kuştin.
&- Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyînî ya Gelan li Stenbolê çalakiyek pêk anî
&- Zarokên Agirk di navbera 12-23’yê Hezîranê de li Dîlok, Stenbol û Ispartayê li dijî faşistan rêze çalakî li darxistin.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, diyar kir ku biryardariya PKK’ê û Rêber Apo ya têkoşîne, dewleta Tirk xistiye nava tirseke mezin.
&- Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê-YRK, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Îranê li qadên Merîwan, Çilçeme û Dîwandereyê operasyonek berfireh dane dest pê kirin
&- Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk ên dagirker, hovitiyeke din kirin, sîvîlekî ku revandibûn, piştî îşkenceyeke mezin kuştin.