Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26ê HEZÎRANÊ 2020 ÎN
Li Amedê saet 10:00 li Brûkselê 09:00
Guhdarên hêja em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me.
&- Rayedarên dewleta Tirk, bersiv nedane serlêdana Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imralî û hevdîtina wan bi muwekîlê wan re asteng kirin.
&- Nobeta “Ji Ocalan re azadî” doh 8 salên xwe temam kirin. Çalakgerên di hefteya dawî ya sala 8an de, bi zimanekî hevbeş gotin: Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kurdistanê pêk were, gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne.
&- Li navçeya Dersîm Pilûrê di dema operasyonê de şer derket.
&- KCK’ê Gerîla û fermandarên li Heftanînê li ber xwe didin pîroz kir û got; Gerîla çawa ku 36 sal in li ber xwe dide, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û misogerkirina hebûna neteweyî ya Kurdan wê heta dawiyê li ber xwe bide.
&- Cenazeyê 3 jinên ku li Kobanê gundê Helincê, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin şehîd kirin, doh bi merasimek girseyî hatin veşartin.
&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, doh jî, li Başûrê Kurdistanê, 2 sifîl şehîd kirin 8 kesên ku 4 ji wan zarok in, birîndar kirin.