Îro 2ê TEMMUZÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja,
Bûltena me ya rojê dest pê dike, di destpêkê de çend sernûçeyên me.
&-Rayedarên dewleta Tirk, bersiv nedane serlêdana Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imralî û hevdîtina wan bi muwekîlê wan re asteng kirin.
&-Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li herêmek daristanî ya li navçeya Amed Pasurê operasyon da dest pê kirin.
&- Gerîllayan li Heftanînê çalakî pêkanîn, darbeyek mezin li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker xistin, 3 çeper rûxandin.
&- Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, diyar kirin êşa Sêwas û Çorumê hîna kêm nebûye.
&- Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, bi daxuyaniyekê komkujiya Sêwasê şermezar kir û got; Em ê şehîdên Sêwasê bi serketinê tacîdar bikin.