Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 7ê GULAN 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, doh, 812mîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê jî derbarê hevdîtina parêzeran ya li Îmraliyê de da zanîn ku tecrîd ranebûye û daxwazên çalakgeran ne hatine bi cih anîn.
&- Li ser navê girtiyên ji doza PKKê û PAJK’ê, Denîz Kaya daxuyaniyek da û got: Heta daxwaza me pêk be, wê berxwedan dewam bike.
&- Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî baregeheke leşkerî ya li ber Qereqola Bêzokê ya Şemzînanê çalakiyek pêk anîn û di çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.
&- Berxwedêrên li Strasboûrgê û Îmam Şîş jî diyar kirin ku berxwedana wan wê dewam bike.
&- Xizmên girtiyan tevî astengiyên polîs û leşkerên Tirk yên dirrinde li pêşiya zindanên Amedê, Gebze, Bakirkoy û Rihayê çalakiyên xwe didomînin.
&- Li Parîsê nûnerên ACTÎT û CDK-Fransa, li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê bi rêxistina Efûya ya Navnetewî ya li Fransayê re hevdîtin pêk anîn.
&- Saziya Bilind ya Hilbijartinê, li gorî daxwaza detshilatdariya faşîst AKP/MHPê biryar da û hilbijartina Stenbolê betal kir û biryar da ku hilbijartin di 23’ê Hezîranê de were kirin.