Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7’ê TEBAXê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Di hefteya 372an de, nobeta “Ji Ocalan re Azadî” li Fransa bajarê Strasbourgê dewam dike.

&- Çalakiyên hêzên Gerîla li dijî artêşa Tirk ya dagirker, bê navbêr dewam dikin, Hêzên Gerîlla, li Xakûrkê û Çelê li dijî hêzên Artêşa Tirk çalakî pêkanîn.

& -Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ji ber çalakiya wan a serkeftî Fermandariya Eyaleta Mêrdînê pîroz kir.

&- Mîlîsên HBDHê diyar kir ku febrîka kîmyayî ya li Denîzliyê, ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye şewitandin.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan, li herêma Mare û navçeya Şêrawa 13 çeteyên dewleta Tirk ya dagirker hatine kuştin.

&- Rejîma faşîst ya Erdogan-Bahçelî li xeta sînor fermana seferberiyê da.

& -Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdê jî li hemberî gefên dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûrî, dewleta Tirk hişyar kir û got, êrişa dewleta Tirk wê rê li ber encameke kambax veke.