Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7ê Cotmehê 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em bang li gel û dostên xwe dikin ku hîn bi xurtî tevlî pêngava me ya ‘Dema azadiyê ye’ bibin, komploya 9’ê Cotmehê bi hêz şermezar bikin û hîn bi xurtî tevlî çalakiyên 10’ê Cotmehê ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ bibin.

&- TJK-E’yê bang kir ku her kes tevlî çalakiyên 9’ê Cotmehê yên li Brûkselê û Strasboûrgê bibin.

&- Komîteya Rêveber a HBDH’ê li ser şerê li Qerebaxê daxuyanî da û diyar kir ku Berjewendiya gelên me yên Ermenî, Azerî di vî şerî de nîne.

&- Yekîtiya Ewropa, rapora têkildarî endametiya Tirkiyeyê eşkere kir û got: Tirkiyê şertên ji bo endametiya yekîtiyê nayine cih û her ku diçe ji vê îhtîmalê dûr dikeve.

&- Serdana heyeta Swêdî ya di serokatiya Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêd Jonas Sjostedt a li Tirkiyê berdewam dike.