Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13ê TEMMUZÊ 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Guhdarên hêja em ê bûltena rojî peşkeş bikin lê di destpêkî de çend ser nûçeyên me.

&- Çavdêrên Zindana Amedê, ku yek ji zindanên herî xerab yê cîhanê ye, bi zimanekî hevbeş gotin. li hemberî wahşeta faşîzma 12ê Îlonê, 14 Temmuz 1982an mîladek e.

&- Navenda Ragihandin HPG’ê, dazanîn ku hêzên Gerilla li Heftaninê darbên girna li Artêşa Tirk xistin, 16 leşkerên dagirker hatin ceza kirin.

&- Îro, 90mîn salvegera komkujiya gelîyê Zilan e û Meclîsa Gelan û Baweriyan ya HDK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Zilanê bibîranîn û got: Em ê li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê berxwedanê bikin.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû, diyar kir ku çiqasî dijminatiya Kurdan bikin, wê nikaribin serbikevin.

&- Rojnamevanên ku li Heftanînê bûyeran dişopînin, derbarê eniyê, berxwedana Gerîla vê carê nûçeşîroveyek amade kirin.

&- Polîsên dewleta Tirk vê sibehê bi ser mala Hevşaredara Giyadinê û avaniya Şaredariya Giyadînê ya HDP’ê de girtin.