Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 14ê TEMMUZÊ 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Nobeda “Ji bo Ocalan Azadî”, li Strasbourgê, bi nunerên saziyên Ezîdiyan berdewam dike.
&- Hêzên Gerilla, di çarçoveya Hamleya Şoreşgerî ya Cenga Heftaninê de, li ser hev darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk dan û 31 leşker hatin ceza kirin.
&- Fermandariya Biryargeha NPG’ê, Komîteya Zîndanan a PKKê û PAJKê di salvegera 38emîn a berxwedana mezin a rojiya mirinê 14ê Tîrmehê şehîdên berxwedanê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û hemû şehêdên berxwedana zîndanan bi bîr anîn.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê berxwedana serketinê ye û got; “Îro li Heftanînê berxwedaneke qehremanî ya gerîla heye. Gerîla li berxwe dide û dixwaze peşmergeyan jî li kêleka xwe bibîne.”
&- Tevgera Jinên Azad (TJA) diyar kir ku vê sibehê polîsan girtine ser malan û gelek jin destgîr kirine û got, ew vê feraseta dagirker a li ser jinan şermezar dikin.