Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16ê TEMMUZÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hêzên gerîlla li Heftanînê çalakiya sûîkastê lidar xistin, di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

&- Li bejahiya Sêrtê di navbêra hêzên gerîlla û artêşa Tirk a dagirker de şer derket, di şer de 2 endamên tîmên taybet hatin kuştin.

&- Li Wanê, Çiyayê Artosê balafirek keşfe ya şer kete xwarê û 2 jê pîlot 7 polîs mirin.

&- Gelê Şirnexê li dijî hewldana destdirêjiya çawisekî pisporê Tirk ya li hemberî zarokeke 13 salî, heta derengiya şevê çalakî pêk anî.

&- Li Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan a li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk berdewam dike.

&- Li herêma Sewlama ya girêdayî Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, di şerekî de 2 pasdarên Îranê hatin kuştin û yek jî birîndar bûn.

&- Êrîşên dagirker û darvekirina girtiyên siyasî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li paytexta Norweç Osloyê bi çalakiyekê hate protestokirin.