Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17ê TEMMUZÊ 2020 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Di çalakiyên gerîlla yên li Dêrsim, Heftanîn û Xakûrkê de 3 leşker hatin kuştin

&- KNK’ê berxwedana li Heftenînê silav kir û bang li tevger, hêz, partî û rêxistinên Kurdan hemûyan kir ku li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştevaniya berxwedana Heftenînê bikin.

&- Koordînasyona YPS-JINê bi daxûyaniyekê got, Yekîneyên me yên tolhildanê wê hesab ji dagirkeran, tecawizkaran bipirsin, divê jin xwe di bin sîwana YPS-JIN’ê de bi rêxistin bikin û xwe biparêzin.

&- Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava, ji bo çalakiyên di asta navneteweyî de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

&- Tîmên Tolhildanê yên Sakîne Cansiz, li 5 bajaran çalakî lidar xistin.