Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21ê TÎRMEHÊ 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Eniya Demokrasiya Gel piştgirî da bangewaziya Duran Kalkan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, banga avakirina eniyek yekgirtî ya netewî kir.

&- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik, diyar kir ku, Gerillayên HPG û YJA Starê, mohra xwe li Cenga Heftanînê dane û destanan dinivîsin.

&- Yekîneyên Tolhildanê, yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dêrsim, bi daxûyaniyekê ragihandin ku wan di navbêra 16 û 20ê Tîrmehê de, 34 tirimbêl, depoyek û marketeke faşîstan şewitandine.

&- Pispor û lêkolînerên Emerîkî bi zimanekî hevbeş gotin têkiliyên Tirkiyê û çeteyên DAIŞê zêde hene û bi vî rengî çeteyên DAIŞê xurt dibe.

&- Li Meksîkayê, di 6 mehên pêşîn ên salê de 489 jin hatin kuştin.