Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23ê TÎRMEHÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan encama Cenga Heftanînê ya mehekê jî eşkere kir û got; di meheke şer de 91 çalakî li dijî dijmin pêk hatin, 236 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

&- Hêzên Gerîlla di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî hêzên dagirker çalakî pêkanîn, yek jê payebilind 7 leşker hatin kuştin.

&- Jinên Başûrî, li Silêmaniyê bi meşeke girseyî destdirêjiya li ser jinê û êrîşên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûr protesto kirin.

&- Fermandarên gerîlayan Hejar Zozan û Raperîn Peyanûs ên di pêngava Cenga Heftanînê de cih digirtin, diyar dikin ku wê gerîla heta dawiyê li ber xwe bide.

&- Saziya îstixbarata Iraqê, doh bi şev li dijî ajanên MÎT’a Tirk operasyonek pêkanî, 3 endamê MÎT’a Tirk li bajarê Kerkûk destgîrkirin.

&- Parlamenterên Iraqê bang li hemû hêzên siyasî û nîştimanî kirin da ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser yekparçetiya Iraqê bibin yek.