Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 27ê TÎRMEHÊ 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, dazanîn ku cewherê serwer yê Komara Tirkiyê leşkerî ye.

&- Arteşa Tirk ya dagirker di nava amedekariyan de ye ku di van rojan de, li bejahîya Şirnexê, li Çiyayê Cudî û Gabarê dest bi tevgerek dagirkeriyê bike, li Agirî, Ixdir û Qersê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir,

&- Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, li Başûrê Kurdistanê Bamernê 2 tirimbêlên sîvîlan bomberdiman kirin, 2 kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dan.

&- Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê çalakî lidar xistin, depoyeke tekstîlê, dikan û şeş wesayîtên faşîstan şewitandin.

&- Li Mêrsînê tirimbêla leşkerî ji ber sedemeke nayê zanîn qûlipî, di encamê de 5 leşker mirin, 10 jê bi giranî, 27 leşker jî birîndar bûn.