Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Nobeta “Ji Ocalan re Azadî” ya li Strazbûrgê, di heftiya 423’an de, ji aliyê komeke nû ya ji Hollandayê ve hate dewrgirtin.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, got, “Hatina polîs û leşkerên dewleta tirk a kurdistanê dagirkeriye.”

&- hêzên Gerilla li Çelê û Çiyayê Bagokê, darbe li artêşa Tirka dagirker dan, gelek leşker hatin kuştin û helîkopterek kobra jî hate darbekirin.

&- YPS-Jin li Manîsa, Amed û Entalyayê li dijî ‘mêtinger û hevkaran’ çalakî kirin.

&- Înîsîyatîfa Zarokên Agir, li Îzmîrê kargehek û otobusek, li Stenbolê depoyek û li Isparta jî wesayîtek şewitandin.

& -Komîsyona Taybet a Parlementoya Herêma Federe ya Kurdistanê rapora xwe ya li ser êrîşên Tirkiye û Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê eşkere kir.