Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29ê TÎRMEHÊ 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hêzên Arteşa Tirk ya dagirker, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, Çiyayê Bagokê dest bi tevgerekê dagirkeriyê kir.

&- Hêzên gerîla darbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker dan, 13 leşkerên artêşa Tirk hatin cezakirin.

&- Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê berê Soran Omer, diyar kir ku, tiştê ku AKPê li Tirkiyê dike, PDKe jî li Başûr dike.

&- Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, li dijî dagirkeriyê dest bi seferberiyê kirin.

&- YPSê bi daxûyaniyekê ragihand, bûyera ku li Mêrsînê çêbûye û tê de 6 leşker mirine û 30 leşker jî birîndar bûne, di encama çalakiyeke wan de pêk hatiye.