Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8ê Çile 2021 îN
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Koma Civakên Kurdistan KCKê, ji bo salvegera 8emîn a komkûjiya Parîsê daxûyaniyek da û got, Çile bû meha Şehîdên jin.
&- KON-MED’ê ji bo çalakiyên ku wê di salvegera Komkujiya Parîsê de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
&- Li bajarê Bakûrê Kurdistan Wanê bi hezaran kes bi sloganên bijî serok Apo daketin kolanan.
&- Çalakiya xelkê Şingalê ya bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 38′ an de berdewam dike.
&- Platforma Gel ya Edaletê, li Kobanê kujerê Huda el Elî û zaroka wê Hisên Ebdo Ebas, bi cezayê muebedê ceza kir.