Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 8ê Adarê 2019 ÎN Roja Jinên Kedkar yên cîhanê
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend sernûçeyên me….
&-Rayedarên dewleta Tirk, îro jî, 796emîn serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Li Amedê Parlamenterên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç jî li dijî tecrîdê dest bi berxwedana greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin
Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, herêmên Zap, Avaşîn û Xakurkê bombarduman kirin.
&- Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang li gelên Tirkiyê, eniya demokratîk kir ku berî tiştekî nexweş derbikevê holê bikevin nava tevgerê.-
Nasir Yagiz ku 108 roj in li Hewlêrê, di berxwedana greva birçîbûnê de ye û ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê, ji jinên di berxwedanê de name şandin.
&- Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin
&- Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhane bi peyamekê pîroz kir.
&- Li Cizîrê di operasyonên qirkirinê de 9 û li Enqerê jî 6 welatî hatin binçavkirin.
&- Li Parlementoya Brîtanyayê resepsyonek ji bo Newrozê hate çêkirin û tê de hate gotin ku divê Ocalan azad bibe.
&- Şefê propaganda DAÎŞ’ê yê Elman di operasyona YPG’ê de hate kuştin.