Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 3ê TEBEXê 2020 YEKŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Guhdarên hêja,
Em ê bultena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me.
&- Îro, 6mîn salvegera fermana 73an ya li Şingalê li dijî civaka Êzidî hate kirin e, Yekîneyên Berxwedana Şingalê -YBŞ bi daxuyaniyekê dazanîn ku ew ê bi hemû hêza xwe Şingalê û civaka Êzdî biparêzin.
&-Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imraliyê, ji bo hevdîtina Cejna Qurbanê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
&-Navenda Ragihandina HPGê, destnîşan kir ku hêzên Gerilla li Şemzînanê li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker xistin.
&- Fermandariya HPG’ê ya Qada Botanê ji bo îxanet û hevkariya li gundê Osyan ê Sêrtê bang li gelê Botanê kir ku bila baldar bin.
&- 80 Sendîka û saziyên karkeran yên cîhanê, têkildarê kuştina kolberên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek dan.