Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 4ê TEBEXê 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Guhdarên hêja,
Em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, di serî de çend sernûçeyên me.
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, ji bo sibe biçin Giravê û bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
&- Çalakiya nobeta “Ji bo Ocalan AZADΔ li Fransa bajarê Strasbourgê, li ber avaniya Konseya Ewropa û CPTê, di heftea 424an de dewam dike.
&- Navenda Ragihandina HPGê dazanîn ku hêzên Gerilla, bi taktîkên nû, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekiyan pêktîne û darbên giran artêşa dagirker dide.
&- Eşkere bû ku li Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketine, lê nayên dermankirin.
&- Li ser paşeroja Êzidiyan li Şingalê konferansek de dest pê kir.
&- Rêxistinên jinan, li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê, di 4-5’ê tebaxê de bi şîara “Em dev ji mafên xwe bernadin” li gelek bajaran dadikevin qadan.