Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 8 Nîsanê 2021, PENCŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman, ku ew nizain bê li Îmraliyê çi diqewime, qutbûna telefonê jî fikarên wan zêde kiriye.
&-“Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got; Dewleta Tirk bawer dikir ku gelê Kurd wê nikaribe Newrozê pîroz bike. Lê gelê me hesabên şerê taybet ên dewleta Tirk têk bir.
&- Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku armanca hevdîtina bi rêya telefonê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re rewakirina tecrîdê ye.
&- Rêxistinên jinan ên li Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinên li Amedê dan
&- Hêzên YAT’ê ragihandin ku di 4 rojên dawî de li Kampa Holê 31 çeteyên DAÎŞ’ê destgir kirine