Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7ê TEBEXê 2020 ÎN
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00

Guhdarên hêja em ê niha bultena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend ser nûçeyên me.

&-Parêzerên Rêber Abdulah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê, doh serî li Serdogeriya Komarê dan û daxwaz kirin ku îro biçin Giravê û hevdîtina bi Muwekîlên xwe re pêkbînin.

&- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo daxuyaniya dawî ya CPT daxuyaniyek da û got: Divê CPTê, bi berpirsiyariya xwe rabe.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla darbeyên giran li Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker xistin û 13 leşker hatin ceza kirin.

&- Li Qamişloyê SÎHA’yên girêdayî dewleta Tirk, cihekî taybet yê hilberîna kabloyên elektirîkê bombarduman kir.

&- Siyasetmedarê Partiya Çep Heînz-Peter Schwertge yê ku ji ber rozeta PKK’ê doz lê hatibû vekirin, di dadgehê de beraat kir.