Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8’ê TEBAXê 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çed sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, doh çûne Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkanîn.

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ji ber çalakiya wan a serketî, Fermandariya Eyaletê Xakûrkê pîroz kir.

&- Konsolosxaneya Emerîka ya Enqerê û rayedarên Dewleta Tirk, di mijara ‘herêma sinor’ de li ser hevdîtinên hatin kirin, heman daxuyanî dan.

&- Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker, êrîşî gundên navçeya Efrîn Şêra kirin û şer deket, 7 çete û 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

&- Hat diyar kirin ku li Mako û Rewanser, di navbera pasdarên rejîma Iranê û hêzeke din de, şer derket, 4 pasdarên rejîma Iranê hatine kuştin 6 jî birîndar bûne.