Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10ê TEBEXê 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00

Guhdarên hêja em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&-Rayedarên Dewleta Tirk, hefteya bûrî jî, bersiv nedana Parêzer û malbatên Rêber Abdulah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê û hevdîtina wan bi muwekîl û xizmên wan re asteng kirin.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên gerilla li heftanîn û Sêrtê li dijî leşkerên dagirker çalekî kirin û di encam de 34 leşker hatin ceza kirin. 2 helikopter jî hatin darbe kirin.

&- Rojanmevan Laleş Rênas di nûçeşîroveya xwe ya îro de, Gerilla Têkoşer nivîsî ye û dibêje; Bila dilê te rehet be Gerilla Têkoşer, warê me jî, dilê me jî bi tere ye.

&- Nivîskar û rojnamevan Malvan Resûl got: Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan rewa ye û ne li dijî biryar û pîvanên Neteweyên Yekbûyî ye.

&- Jinan bertek nîşanê krîza aborî dan û diyar kirin ku desthilatdarî ji vê rewşê berpirsiyare û gotin: Mûçeyê kesekî têrî fatureyan nakin û pergala welêt di krîzê deye.

&- Kurê endama Tevgera Azadî Semîre Hemed Emîn, Helo Samî ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye binçavkirin got; Eger dayîka min neyê berdan emê dest bi çalakiyan bikin.