Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11ê TEBEXê 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00
Guhdarên hêja Emê bûltena xwe pêşkêş bikin, lê di destpêkê de çend sernûçeyên me.
&- Parêzerên Rêber Abdulah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê , îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û daxwaz kirin ku biçin Giravê û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Nobeta Ji bo Ocalan azadî, li Fransa bajarê Strasbourgê, di hefteya 425an de dewam dike.
&- Komîteya Rêveber ya PKK’ê dazanîn ku 15ê Tebaxê xeteke berxwedanê ye û têk naçe.
&- Tekîldarî vê rapora CPT’ yê, Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan, Rêkewt Îsmaîl, balkişande ser giringiya rapora CPT û got: Parêzerên Başûrê Kurdistanê dikarin komîteyek hevbeş ava bikin, di qada navnetewî de zextan zêde bikin.
&- Serokwekîla Koma HDP Meral Daniş Beştaş, li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.
&- Di demên dawî de Dewleta tirk a dagirker bi balefirrên şer êrîşê gundên navçeya Şarbajêr ya Silêmaniyê dikin. Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê, diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.