Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8ê Kanûnê 2020 SÊŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Bi sedan kesayet û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê, tevlî kampanyaya ‘Ji bo Ocalan Azadî’ bûn.

&- Di xwepêşandanên duh û şevê din ên li parêzgehên Helebce û Silêmaniyê de 3 kes şehîd bûn û 52 jî birîdar bûn. Herî dawî xwepêşandan li navçeya Dûkanê jî dest pê kirin.

&- Arteşa Tirk ya dagirker li navçeya Mêrdîn Nisêbînê destpê tevgerekê dagirkeriyê kir.

&- Greva birçîbûnê ku di roja 12′ an de ye, heta niha li zîndanên Şakran, Wan, Gebze, Amed, Tarsûs, Erzirom; Duzce, Bayburt û çend zîndanên din bi koma sêyemîn, berdewam dike.

&- Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên faşîst, Yekîneyên Tolhildana Şehîdên Heftanînê li 7 bajar û gelek navçeyan çalakî li dar xist.