Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13ê TEBEXê 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14,00 li Brûkselê 13,00

Guhdarên hêja
Em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzerên Rêber Abdulah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û daxwaz kirin ku biçin Giravê û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

&- Alîkarê Hevserokên HDP’ê Umît Dede diyar kir ku CPT sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê qebûl û eşkere kiriye.

&- Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: Divê desthilatdairya Başûrê Kurdistanê, li dijî êîrşên dewleta Tirk helwsta xwe nîşan bide.

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi daxuyaniyekê dazanîn ku, 15ê tebaxê, pêkhatina raperîn û tolhildanê ye.

&- Li Silêmanî û Ranyayê ji bo hilweşandina hikûmetê û avakirina hikûmetek demkî, gel xwepêşandanên protestoyî pêkanîn.

&- Polîsan êrîş bire ser çalakiya xelekê ya jinan a li Enqerê lidar xistin, nûçegihanê MA Eylem Akdag jî di nav de 24 jin destgîrkirin.