Guhdarên hêja, bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Hiqûqzan Ercan Kanar derbarê rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê CPTyê ya têkîlîdarê Îmraliyê axivî û got, rapor başe lê bi kêmasî ye.
&- Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku endama Konseya Rêveberiya KJK’ê Leyla Agirî, di encama êîrkea heway ya hêzên Artêşa Dewleta Tirk de şehîd bû.
&- KCK’ê diyar kir ku PDK bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirina dewleta Tirk û bang li PDK’ê kir ku bi ti awayî nebe hevparê êrişên dewleta Tirk.
&- Li Kurdistanê Hêzên gerîlla li Heftanîn û Xakurkê, çepereke dijmin bi temamî ruxandin û 4 leşkerên dagirker hatin kuştin.
&- Milîsên HBDH’ê li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê 57 wesayit şewitandin û gotin, “Tirkiye ne welatekî tûrîstîk e, ne cihê betlaneyê ye. Welatekî şer e. Xwe jê vegirin.”