Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25 TEBEXê 2020 SÊŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&-Navenda Ragihandina HPGê, destnîşan kir ku Yekîneyên Parastina Hewayî yên Şehit Delal Amed, darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker xistin.

&- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar ku ti kes wê nikaribe meşa HDPê asteng bike.

&- Komîteya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî – Mexmûrê êrîşa li dijî gorîstana şehîdan ya Serê Kaniyê, şermezar kir.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser berxwedana li Grava Îmraliyê û xwest ku CPT, mudaxeleyî bê hiqûqiyê bike.

&- Parêzerên Belçîkayê ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Ûnsal ketin greva birçîbûnê.