Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28 TEBEXê 2020 ÇARŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê diyar kir ew ê, ji serekcerdevanên ku guh nedana hişyariyan û pêşengiya êrîşên hêzên dewleta dagirker dikin wê hesab were pirsin.
&- Li Heftanînê hêzên gerîlla çalakiyên bi bandor lidar xistin, di çalakiyan de 7 leşker hatin kuştin.
&- Artêşa Tirk a dagirker li herêma bejahî ya Amedê dest bi operasyoneke leşkerî kir.
&- Endama Dîplomasiya Jinan ya Kampa Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, da zanîn ku hevkarên desthilatdariya herêmê teva, ambargoya li ser Kampa Mexmûrê rexne dikin, lê tu gav nayê avêtin.
&- Yek ji Dozgerê herêma Başûrê Kurdistanê Beşdar Mecîd, li ser kesên siyasî ku li herêma Başûr hatine girtin got: Yên ku ji fikrên xwe yên siyasî hatine girtin, divê demildest werin berdan.