Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 31 TEBEXê 2020 DUŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ji tirsa Rêber Apo, sîstemeke êşkenceyê li Îmraliyê xistine meriyetê.

&- Hêzên gerîlla li navçeya Agirî, Bazîdê çalakiyek lidar xistin, yek jê payebilind, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin.

&- Koordînasyona KJK’ê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyiya Cîhanê got; Dem dema Rabûna li ber dagirkeriyê ye.

&- Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken diyar kir ku li dijî qirkirina jinê dem dema parastina civaka azad e.

&- Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgit bang li PDK kir û got; Madem hun ji dewleta trik ditirsin û li hember wan nikarin tiştek bikin, qet nebe li pêşiya me nebin asteng”