Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 02 TEMMUZ 2020 ÇARŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li Başûrê Kurdistanê, di pîrozkirina 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cihanê de, bi dirûşmeya “Azadiya Ocalan bingeha aştî û jiyana hevre ya gelan e” çalakiyek hate pêkanîn.
&- hêzên Gerîlla li Heftanîn û Cûdî li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî pêkanîn, di çalakiyan de gelek leşkerên dagirkar hatin kuştin.
&- Fermandarê Gerilla Cengîz Welat got; Gerilla, ji bilî serketinê bi tiştekî din razî nabe.
&- Platfroma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin-KCDP ê, diyar kir ku di meha Tebaxê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin û 23 jin jî bi guman mirî hatine dîtin.
&- Li Girtîgeha Şakranê kiryareke mîna ya 12ê Îlonê li girtîyan tê ferzkirin.
&- Dewleta Tirk, bi PDK’ê re û bi pêşengiya Fermandarê 1’emîn Hêza Destek ya Pêşmerge Sihan Barzanî navendên nû û noqteyên çavdêriyê ava kirine.