Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 03 ÎLON 2020 PÊNCŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
bûltena rojê destpê dike. Niha jî çend sernûçeyên me….
&- Aktivîstên rêxistinên ciwanan TŞC û TEKO-JIN, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, li ber avaniya CPTê çalekî kirin.
&- Xelkê Şengalê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kirin.
&- Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl piştrast kir ku muzakereya bi MSDê re di jiyana siyasî ya Sûriyê de guhartineke girîng e û da zanîn ku ew plan dikin hevkariya bi MSD
ê re zêde bikin.
&- Meclîsa Ciwanan a HDP’ê got ku “Ji bo pêkanîna aştiyeke bi rûmet û avakirina dahatûyeke azad em dakevin qadan.”