Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 10 Adarê 2021ê, ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê, piştî civîna li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike.
&- Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite the Union ku kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ dimeşîne Tony Burke diyar kir ku wê kampanya xwe xurtir bikin û got, “Ocalan wê li wê giravê bi tenê neyê hiştin.”
&- Midûrê Şûbeya Şaredariyê ya bajarê Swêd Goteborgê û Serokê Koma Partiya Çepgir Danîel Bernmar xwest ku PKK ji nav lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.
&- Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal, li ser hewildana dagirkirina Garê got; armanca stratejîk a dewleta Tirk dagirkirina herêmên Kerkûk û Mûsil bû.
&- Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingal MXDŞê li dijî pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê bi rengekî awarte civiya.