Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9’ê TEBAXê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da û got: Rêber Ocalan diyar kir ku ew ji bo çareseriyê amade ye.
&- Nivîskar Mûstafa Pekoz diyar kir, gefa Enqerê ya ji bo destwerdana li Bakur-Rojhilatê Sûriye têk çûye.
&- Hêzên Artêşa Tirk li Şirnexê, herêma Qilebanê, qadên Sêgirkê û Guze Kurkê operasyon dane dest pê kirin.
&- HPGê diyar kir ku di çalakiyên dawî yên gerîlla de, 13 leşker hatine kuştin.
&- Fermandara YJA Starê Kawenda Herekol diyar kir ku pêşketinên bi xeta Pêngava 15ê Tebaxê hatine afirandin, bûne kabûsa herî mezin hêzên serdest.
&- Berdevkê Wezareta Parastina ya Emerîka Şan Robetson diyar kir ku, hevdîtinên bi Enqerê re berdewam dikin.
&- Di çarçoveya operasyonên kirkirina siyasî de, li Mûşê hevserokên HDPê yên bajêr hatin girtin û li Dîlokê 2, li Îdîrê 6 kes û li Amedê 2 kes hatin girtin.
&- Doç. Dr. Fîkret Başkaya, ser hevdîtinên navbêra Emerîka û Tirkiyê got, ev hevdîtin ji aliyê herdû aliyan ve jî, ji bo qezençkirina demê ye.
&- Dîlên azadiyê yên li girtîgeha Osmaniya Tîpa T -2 diyar kirin ku kiryarên der mirovî yên li ser wan zêde bûne.