Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9’ê Îlon 2019 DUSEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Sendîkayên Îngilistanê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
&- Hêzên Gerîlla li Xakûrk û Haftanînê li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakî lidar xistin.
Li navçeya Amed Pîran, li herêma Elî Boxaz a Dêrsimê û li navçeya Colemêrg Geverê gundê Sorê artêşa Tirk a dagirker operasyoneke leşekrî da destpêkriin.
&- Hejmara dagirkerên ku di şerê li Mêrdînê de hatin kuştin bû dudo. Li navçeya Colemêrg Çelê jî çawûşekî pispor ê artêşa Tirk a dagirker hate kuştin.
&- Şandeya bi serokatiya hevserokên HDP’ê û KCD’ê di çarçoveya rêze hevdîtinên li Herêma Kurdistanê de serdana Endamê Polîtbûroya YNK’ê Sedî Pîre kir.
&- Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanyaya “Ji Bo Azadî û Aştiyeke Birûmet Tu Jî Rabe Ser Piyan” li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê meşek lidarxist.
&- Li paytexta Îngilîstan Londinê ev hefteyeke Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyên cuda li ber Pêşengeha Excel a fırotına çekan protesto dikin.