Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 09 ÎLON 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîst a ji bo Azadiya Serok APO, di roja çaran de bi coşiyeke mezin didome.

&- Gerîlaya YJA Starê Dunya Dilbirîn destnîşan kir ku gerîla derbên giran li dagirkeran dixin û diyar kir, Heftanîn wê ji dagirkeran re bibe goristan.

&- Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê û paytexta Fransa Parîsê êrîşa li ser ESP’ê hate protestokirin.

&- Li gundê Mereskê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî liv û tevgereke zêde ya çeteyên Cebha Şamiyê heye.

&- Li dijî zext û êrîşên PDK ên li ser azadîxwazên li Başûrê Kurdistanê Tevgera azadî di nav liv û tevgerê de ye.