Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9’ê Kanûnê 2019, DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Li Imraliyê Tecrid bi dijwarî dewam dike û tevahîya serlêdanên parêzer û malbata Rêber APO û girtîyên din yên li Imralîyê têne asteng kirin.
&- Navenda Ragihandina QSD’ê, diyarkir kû êrîşên Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê, ragihand ku di çalakiyen tolhildanê de, li herêma Efrînê 7 leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê hatine kuştin.
&- Înîsyatîfa Zarokên Agir, li Tirkiyê li dijî rejîma faşîst û hevkarên wan çalakiyên xwe dewam didomînin.
&- Parlamenterê HDP’ê Imam Taşcier diyar kir ku îro gelê Kurd li qadan yektiya xwe ava kiriye û Divê êdî di qada siyasî de jî yekîtiyek çêbibe.
&- Li başûrê Kurdistanê, Koma Pêngava Boykota Malên Tirkî ragihand ku Di qonaxa nû ya boykotê de wê rêzefîlmên Tirkî destpêbikin.