Îro 1. konferansa Saziya Malbatên Şehîdên Êzîdxanê bi beşdariya 200 delegeyan destpê kri.
Konferans bi beşdariya hemû malbatên şehîdan, malbatên şehîdên Êzîdxanê û yên fermana 74’an a Şengalê, bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir.
Konferans ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate organize kirin, piştî hilbijartina dîwana konferansê birêve bibe, peyama Endama Konseyra Serokatiya ya KCK’ê Sozdar Avesta ya ji bo malbatên şehîdan hate guhdar kirin.
Konferans bi axaftin û peyaman dewam dike. Wê di encama konferansa ku divê îro bi dawî bide, derbarê xwe rêxistinkirina malbatên şehîdan û gelek mijarên din de biryar werin girtin û plansaziya kar û xebatê were derxistin.
ROJNEWS