Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat rojbaş.

Îro 10ê Sibatê, 2021ê, Çarşem
Li Belçîkayê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- HPGê got, dewleta Tirk, ji Başûrê Kurdistanê li dijî Garê dest bi êrîşekê kiriye.

&- 3 saziyên Îtalya jî tevlî kampanya “Ji Ocalan re azadî” bûn

&- Çalakiya ciwanên Kurd û enternasyonalîstan, ya ji protestokirina Komploya Navneteweyî, li Elmanya bajarê Manheîmê devam dike.

&- Milîsên Mehmet Tûnç û Sema Yûce yên HBDH’ê li Stenbol û Mêrsînê çalakî lidar xistin.

&- Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa DMME, piştî 14 salan serlêdana 10 siyasetmedarên HADEP’î nirxand û Tirkiye mehkûm kir.