Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş

Îro 11ê Sibatê, 2021ê, Pêncşem
Li Belçîkayê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Konseya Rêveber a KCKê, ji bo êrîşa dagirkeriyê ya li herêma Garê daxûyaniyek da û got, bêyî destûra PDKê, ev êrîş nikare were kirin.

&- Fermandariya Eyaleta Garê got, serweriya şerê li herêma Garê di destê hêzên me de ye.

&-Artêşa Tirk a dagirker, li dijî herêma Garê, ji aliyê herêma Başûrê Kurdistanê ve, dest bi tevgereke dagirkeriyê kir, di roja destpêkê de 2 ji wan fermandar, 9 leşker hatin kuştin.

&- Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar a gelên herêmê û cîhanê bê hilweşandin

&- Meşên dirêj ya Ciwanên Kurd û enternasyonallîstan, ji bo Azadiya Rêber Ocalan, li Ewropa bajarên cûda devam dikin.

&- Milîsên KBDHê li Mersînê wesayita zirxî ya polîsan xistin û li Stenbolê ji bi teqemeniyên destan li îstasyona bazê dan.