Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 10ê GULANê 2019 ÎN

Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 2ê Gulanê de, bi riya parêzeran got: Ne navbeykar, ez muxatab im, ez iradeya gel im û xwedî gotin im û li vir im.

&- Ji berxwedêrên rojiya mirinê Asli Dogan destnîşan kir ku kêr gihaye hestî, êdî gilî û gazinc têrê nakin û got: Çi ji destê kê te divê bike.

&- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku hevdîtina li Îmraliyê lîstikeke dewletê bû û armanca wan şikandina berxwedanê ye.

&- Li gorî stastîtîkên twîtterê di warê sansûra parvekirinan di sala 2018’an de herî zêde, Tirkiyê serlêdan kiriye.

&- Dayik, malbatên dilên azadiyê û gel, li Amed, Stenbol, Şirnexê û Dersîmê di nava berxwedanek mezin de ne û bi zimanekî hevbeş gotin: Tecrîd faşîzm e, heta tecrîd hebe, kes nikare nefesê bigire.

&- Koma 2mîn ya rojiya mirinê, berî dest bi berxwedana dîrokî bikin daxuyaniyek dane çapemeniyê û gotin: Heta daxwazên me bên pêkanîn wê çalakiya me dewam bike

&- Li Dêrsîmê di navbêra hêzên Gerîlla û artêşa Tirk ya dagirker de şer derket, 3 leşker birîndar bûn.

&- Walîtiya Tirk a dagirker li gelek herêmên bejahî yên Çewlikê û li hemû navçeyên wê qedexeya derketina derve ragihand.