Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 10ê Gulan 2021 DUŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- TJK-E û KCDK-Ewropa wê 12’ê Gulanê li bajarê Strasbourg ê Fransayê di dirûşma ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye’ dest bi çalakiyan bikin ku wê çar hefteyan dewam bikin.

&- Hêzên gerîlla ji Dêrsimê heta Metînayê çalakî lidar xistin, di çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 3 jî bîrîndar bûn.

&- Gerîlayên YJA Starê gotin, em ê mîna Garê li ber xwe bidin

&- Bi armanca pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê rojnamevan û kesayetên cuda ve li ser tevna dijîtal kampanyeke îmzeyan hate destpêkirin.

&- Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê bi bîr anîn.