Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10’ê Îlon 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Sendîkayên Îngilistanê, doh di kongreya salen de, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

&- Meşa Ciwanên Kurd ya “Ji Ocalan re azadî”, li hemberî astengiyên polîsên Elmanya dewam dike.

&- li herêma Şenyayla ya di sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlikê de, artêşa Tirk a dagirker, bi desteka balafirên bê mirov operasyoneke leşkerî dan destpêkirin.

&- Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê, têkildarî daxwaza dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên rêveberiyê axivî û got, Em vegera penaberan qebûl dikin lê mijara bicihkirina wan li herêmên rêveberiyê, red dikin.”

&- Arîkarê, Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku, ew êşên dayikên li pêşiya avahiya HDP’a Amedê rûniştine fêm dikin û got: Lê navnîşana rast devê deriyê AKPê ye.

&- Li navçeya Izmîr Aliaxa, Girtîgeha Şakranê, girtî, ji ber xwarina kevin jehrî bûne.