Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrad Karayilan, diyar kir ku PKK wê di sala 42’an de têkoşîna azadiyê bigihîne asteke bilindtir.
&- Hevserokê ÎHDa Êlihê Devran Yildiz diyar kir ku, Rêber Ocalan yekane kes e ku dikare riya xitimandî veke.
&- Li Başûrê Mûşê, li herêma Zozanên Şênê jî artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke leşkerî kir.
&- Li Wanê, hevşaredarên hatibûn destgîrkirin, 3 ji wan hatin girtin, 3 jî, bi mercê kontrola edlî hatin berdan.
&- KCDK-E ji bo meşên 14’ê Kanûnê bangawaziya seferberiyê kir.
&- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê binpêkirinên li dijî zarokên Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tenê kirin, belge kirin.