Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10ê Kanûnê 2020 PÊNCŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya TCŞ û TEKO-JINê, ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdulah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
&- Greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO, li zîndanên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê ji aliyê dîlên azadiyê ve hate destpêkirin, di roja 14′ an de ye.
&- Koordînasyona KKJ’ê der barê bûyera tecawiza bi komî ya li Kercosê daxuyanî da û got, wê hisabê ji tecawizkaran bipirsin.
&- KCK’ê têkildarî nirxandinên Mesrur Barzanî yên doh de daxûyaniyek da û got, ev daxûyanî berovajîkirina rastiya gelek rûdanaye.
&- Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî wê bi heyetekê serdana Enqerê bike û bi Serokkomarê AKP’î Erdogan re hevdîtin bike.