10 meh ceza li Midûrê Karê Nivîsê yê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îshak Yasûl birîn.
Danişîna Rêveberê Weşanê yê giştî yê rojanameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Yilmaz Yildiz û Midûrê Karê Nivîsê Îshak Yasul pêk hat.
Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 26’an a Stenbolê pêk hat, nûçegihan tevlî danişînê nebûn.
Şandeya dadgehê bi îdîaya ”çapekirina weşanên rêxistinê û weşandina wê” 10 meh ceza da Yasûl û ceza nehate taloqkirin.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî beriya niha bi BHQ’ê hatibû girtin.