Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyênme…
&- Grevên birçîbûnê yên li zindanan, Mexmûrê û li Yewnanistanê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, mezin dibin.
&- Li çoltera Licê, operasyona eskerî ya piştî kuştina eskerekê û birîndarkirina 3 eskeran hatibû destkirin û gundên herêmê hatibûn dorpêçkirin, bi dawî bû.
&- Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Iraqê Jenîne Henîs Plaşxart, serdana Şengalê kir û li gel tevayî aliyên siyasî yên Şengalê civiya.
&- Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Rêber Apo kampanya navneteweyî hate dest pê kirin
&- Derkete Holê ku Artêşa Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî ya ku hatiye dagirkirin, perwerdehiya leşkerî dide zarokan û ji bo tevlêbûna nav komên çeteyan wan amade dike.
&- Hêzên dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê di nava 2 rojan de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û aktîvîstên civakî destgîr kirin