Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 11ê Adarê 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me.
&- Rayedarên dewleta Tirk, serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, car din û bi bihenayên pûç û ne rast red kirin.
&- Li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji 1’ê adarê ve hemû girtiyên azadiyê ketine greva birçîbûna bêdem û bê dorveger.
&- HPGê 6 gerîllayên ku di sala 2018an de, li Botan û Amanosê şehîd bûne, bi bîr anî.
&- Gurbet Ektîren, di 15’ê Çile de li Girtîgeha Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji girtîgehê hate berdan, ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li malê berdewam dike.
&- Mîadê ku QSDê ji bo xwe-radestkirinê dabû DAÎŞê bi dawî bû û QSD da zanîn ku ewê operasyonên xwe bidomînin.
& – Navendên Civakên Demokratîk ên Kurdistan ên li Ewropayê NCDK’ê li gelek bajaran kongreyên xwe pêk anî
&- Desteya Rêvebir a Şengalê diyar kir ku hikûmeta Iraqê dixwaze gel bê îrade bike