Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, îsal 11’emîn Festîvala Fîlmên Kurd tê lidarxistin.

Festîvala îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê wê li ser malpera înternetê ya vimeo’yê di navbera 19 û 23’ê Kanûnê de pêk were.

Festîval wê 19’ê Kanûnê saet di 19:00 de bi nîşandana fîlmê ‘Diyalog’ ê Selîm Yildiz dest pê bike.

Di roja duyemîn a festîvalê de wê fîlmê anîmasyon ê (Rojava) yê 15 deqeyî yê li ser berxwedana rojava, fîlmê “Husbe Hush” ê derhêner Nûrsel Dogan, dokûmantera “The Flowers of Rojava” ya derhêner Selene Verrl û Magalî Magnîn bên nîşandan.

Di roja sêyemîn a festîvalê de wê fîlmê “Bêdengiya Xewnekî” ya derhêner Rohan Merwan û dokûmantera “Altindag-Hope Hoûses” a derhêner Bayram Balci bên nîşandan.

Roja çaremîn a festîvalê jî wê bi nîşandana fîlmê “We Want Franternîty” ê derhêner Ozcan Vardar û fîlmê “Mamoste” yê derhêner Salîh Çelîk û Kemal Hazanay dewam bike.

Di roja dawî ya festîvalê de 23’ê Kanûnê wê 5 fîlm bên nîşandan.