Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12ê Çile 2021 SÊŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên;

&- Çalekiya rûniştina li Berlînê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên li zîndanan destpê kir.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû balê kişand ser pêngava “Dem dema azadiyê ye” û diyar kir ku taybetiya herî berbiçav a vê pêngava ewe; hat dîtin ku hêzên berxwedêr biser dikevin.”

&- Aldar Xelîl got: Tirkiyeyê xwest hilbijartina Emerika yê ji bo xwe veguherînê firsetê û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, lê ev planên Tirkiyeyê ne girtin

&- Li 10 gund û gundikên navenda Bedlîsê, derketina derve hate qedexekirin.

&- Li navenda Colemêrgê, polîsên tîmên taybet di êrîşên qirkirina siyasî de 3 kes destgîr kirin.